Otarî Nadiryan: 11 hezar Gurcî li Herêma Kurdistanê dixebitin

.

Serokê Komeleya Navneteweyî ya Karsazên Kurd û Gurcî Otarî Nadiryan da zanîn ku 11 hezar Gurcî li Herêma Kurdistanê dixebitin.

Li Tiflîsa paytexta Gurcistanê Komeleya Navneteweyî ya Karsazên Kurd û Gurcî hat avakirin.

Serokê Komeleya Navneteweyî ya Karsazên Kurd û Gurcî Otarî Nadiryan diyar kir ku armanca damezirandina vê komeleyê bihêzkirina hevaltî û pêwendiyên miletên Kurd û Gurcî û pêşkêşkirina alîkariyan e.

Otarî Nadiryan amaje bi wê yekê kir ku komele dê alîkariyê bide wan karsazên ku dixwazin li Kurdistanê veberhênanê bikin.

Otarî Nadiryan bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.

Li gorî gotina Otarî Nadiryan zêdetirî ji 20 endamên vê komeleyê hene û piraniya wan Kurdên Gurcistanê ne.

Otarî Nadiryan da zanîn ku ku 3 karsazên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê û hejmarek karsazên Gurcî jî endamên komeleyê ne.

“Em dê karsazên Kurd li hevdû kom bikin”

Otarî Nadiryan ji Nalîn Hesenê re eşkere kir ku ew plan dikin Adara 2025an konferansekê li dar bixin û karsazên Kurd ên Rûsya, Gurcistan, Herêma Kurdistanê, Ermenistan, Azerbeycan û Qazaxistanê li hev kom bikin.

Otarî Nadiryan amaje bi wê yekê jî kir ku piştî serê salê şandeyeke komeleyên Herêma Kurdistanê ziyaret bikin û dê bi karsazên Kurd re bicivin.

Otarî Nadiryan diyarkir ku karsazên Gurcî dixwazin di warê avahîsazî û hotelan de li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin. 

Otarî Nadiryan eşkere dike ku di 5 salan de 11 hezar Gurcî derbasî Herêma Kurdistanê bûne û li wê derê dimînin û herî zêde li hotelan dixebitin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir