OXİR BE KEK BENGÎ / Nezirê Cibo

Nezîr Cibo

Me pirtûka Heznî Haco ya bi navê “Tê Bîra Min” wergerandbû Tirkî.  Niha li ber çapê ye.  Ji bo hilbijartina hinek wêneyên ku di pirtûkêde werin weşandin diva bû ku ez û  Kak Heznî werin ba hev. Me civanê xwe li ofisa Vaqfa İsmail Beşikçi ya Şaxa Diyarbekir danîbû. Ez berî wî çum waqfê. Piştî demek kin ew jî hat. 


Çaxê ket hindir û çavê min li rûdêna wî ket min tê derxist ku madê wî ne xweş e, morale wî ne baş e.  Piştî xêr hatin û li hev pirsînê Kek Heznî ji nişka ve û bi xemgînî got:


“Kek Nezir ezê xebereke ne xêrê bidim te” 
Hêj min ne got fermo wî berdewam kir;
“Bengî çû rehmetê”


Wê gavê her tişt li ber çavê min reş bû, qeşem girt.  Her der, jiyan, dinya ser û bino bû, sar û bê tam bû.  Kela girî ket zengelora min. Gotin nema… 


Piştî demekê  bê hemd ev gotin ji deve min derketin; 
“Wax, wax… mala minê, ne wextê te bû birayê delal. Welleh ne wextê te bû lo…” 
Ma hun Bengî Haco nasnakin? Bi kurtasî ji were bejim; 


Ew kurê Celal Haco ye. Celal Haco kurê Cemil Haco ye. Cemil Haco kurê Haco-3 ya ye. Yani Bengî nîvçiçirkê Haco yê 3 ye. 


Haco-3 piştî bavê xwe Hacoyê dûyem serokatiya aşîra Hevêrka dikir. 1926’da, piştî serhildana Şêx Seîd, li hemberî zilm û zora Devleta Tirk serî hilda. Piştî têkçûnê, ew û kismek ji aşîra xwe derbasî Binxetê(Rojava Kurdistanê) bûn. Li wir bi Celadet Bedirxan û gelek girgireyên Kurdara  saziya Xowybûn avakirin û di dîroka Kurda de cîyekî giring girt. 
Dr. Bengî Haco, li Rojava Kurdistanê li bajarokê Tirbespiyê hatibû Dinyayê. Li Tirkî zaningeha Hacettepe xelas kir. Demek dirêj li Rojava Kurdistanê û piştre li Swêd doktorî kir. Li Swêd emekli bû. 
Kurd perwerêkê ji dil û bê hesab bû. Fedekar û çalekvanekê hêja bû. Hemu derd û kulên wî azadiya Kurda bû. Ji her ewayî paqij û xweş mêrekî delal  bû. 
Ew bavê Hoşeng, Helgurd û Berzan bû.  


Ax axx brayê delal ma ez çi bêjim…Te soza xwe ne girt; ka tê bihata Diyarbekir. Emê li sikak û kolanên Diyarbekra şewîtî bi gerana. Piştre me yê xwe berda Mêrdînê, Tora Hevêrka, Mizizexê… Ciyê bavû kala, emê biketeine duv şopên Haco’yan, Alikê Batê, Şemunê Henna û bi sedan buyer û bîranînê wan. Ji wir meye xwe berda Binxetê. Li sikakên Qamişlo û Tirbespiyê bi gerana. Li vir jî emê bi ketina duv şopên Hacoyê -3 yan,  Mîr Celadet, Hasan Haco, Cegerxwîn, Nurettin Zaza, Hemza Begê Muksî, Memduh Selim Bey û bi dehan girgirekên Rojava yê Kurdistanê… ji wir jî meyê berê xwe bida başur û rojhilat. Emê biçûna Duhoka rengîn, Hewlêr, Mahabat… Emê biketine  duv şop û bîraninên Berzaniyê mezin, Kadi Muhammed, Kasimlo û bi hezaran şehîdên Kurdistanê. 


Belê, me soz dabû hev. Me plana xwe wiha danî bû. Lê heft mixabin te soza xwe ne girt. Te planek din xist ber xwe. Tu bi rêke dinve çuyî. Te em bi tenê hiştin. İcar çavê min barnabê bê te ez herim vandere. 
Lê dîsa oxira te ya xêrê be birayê delal. Tu goh nede min. Biçûna te ez pir û pir xemgînim. Lewma çewto mewto di peyîvim. Ez zanim ku tu xwedî soz, mêr û mêr xas bûyî. Slava li hemû şêhîdê Kurdistanê bike.