Hevpeyvîna Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik a bi RojevaKurd re:
Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?
Bersîv:Hilbijartinên 30yê Îlonê berdewamîya îradeya lêxwedîderketina demokrasî û azadîya ku li Başûrê Kurdistanê heye bû.Li gel hemû kêmayî, xeletî, şaşitîyên ku li Başûrê Kurdistanê hene jî, em dikarin bêjin Başûrê Kurdistanê li Rojhilata Navîn Giraveke azadî û demokrasiyê ye. Divê her kurd û Kurdistanîyek vê rastîya ku me gişa serbilind dike bibîne û li vê Girava xwe xwedî derkeve.Encamên hilbijartinê nîşan dide ku rêjaya beşdarbûna hilbijartinê li gorî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên 2013an û li gorî beşdarbûna referandûma serxwebûnê kêm bûye.Di hilbijartina 2013an de rêjeya beşdarîyê ji %73ê bû, di referandûma serxwebûne de jî ji %72 bû. Lê di hilbijartina 30yê Îlon 2018an de rêjeya beşdarîyê ji %58 e.
Hemû partîyên Başûrê Kurdistanê divê vê encamê , vê rastîyê baş binirxînin û ji bo ev rastîya nebe sebebê nexweşî û birînên kûrtir, divê miheqaq analîzên baş bikin û çareyan jê re peyda bikin.
PDK bi nîsbeyeke berbiçav, ji %45 deng wergirt. Em PDKyê pîroz dikin. Herweha em hemû partîyên ku beşdarî vê prosedura demokrasîyê bûne jî pîroz dikin. Em rêzê li helwesta wan kesên ku neçûna ser sindoqan jî digirin.
Piştî di 16yê cotmehê de Kerkûk careke din hate dagir kirin, tesîreke negatîf li hemû Kurd û Kurdistanîyan belav bibû. Lê em dikarin bêjin encamên hilbijartinên 12yê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê û yên 30yê Îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê nîşana lêxwedi derketina îradeya reeferandûma serxwebûnê ye.
Rewşa sîyasî ya Hilbijartinên 30yê Îlonê di eslê xwe mesajên pir alî daye hemû partîyên Başûrê Kurdistanê. Divê her partî ji van mesajên gelê me encamên çêker derxînin û li gorî wê sîyaset û nexşerêyên xwe yê dahatûyê ji nû ve li ber çav derbas bikin.
Gelê Kurdistanê, piştgirîyê dide, destkeftîyên federalî û îradeya referandûma serxwebûnê ; lê ji ber problemên aborî, îdarî, sîyasî, ji ber hinek bêdealetîyên civakî û neheqîyên heyî jî bertek nîşan daye. Divê ev bertekên gelê Kurdistanê bibe glopeke zer ji bo partîyên sîyasî. Bi taybetî jî wan partîyên ku rêjeya dengên wan gelekî kêmtir bûne.
Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?
Bersîv: Başûrê Kurdistanê du rastîyan bi hev re dijî. Ji alîyekî ve ev dewleta federe li ser bingehê tifaqa stratejîk ya PDK û YNKyê ve hatîye damezrandin. Ji alîyekî ve jî li gel hemû kêmayîyên heyî jî, rêyeke berfireh ji demokrasî û azadîyê re jî vekirîye.Ji ber vê rastîyê, di her pêngaveke bê avêtin de , di pêk anîna her hikûmetekê de, di hûnadina her sîyasetekê de, hemû partîyên sîyasî mecbûrin ku van herdu rastîyan bi hev re bidine ber çavan û gavên ku ji balansa van herdu rastîyan pêk hatîye bavêjin. Em ne dikarin hişmendî û aktorên damezranêr tune bihesibînin, ne jî em dikarin îradeya gelê Kurdistanê ya meşrû û demokratîk tune bihesibînin.
Mixabin di 16yê cotmehê de , îradeya meşrû û demoakratîk ya gelê Kurdistanê ya ku ji %93 ji serxwebûnê re gotibû ‘belê’ û îradeya gelê Kerkûkê ya ji %80 ji serxwebûnê re gotibû ‘belê’, tune hate hesibandin, hate binpê kirin û rê ji dagirkirina Kerkûkê re vebû.
Hinek partî îdîa dikin ku , hinek kêmayî , xeletî û bêûsûlî di hilbijartinan hatine kirin. Ez dibêjim li gel van gilî û gazindan jî, divê hemû partîyên sîyasî rêzê li encamên hilbijartinan bigirin.
Rastîya Başûrê Kurdistanê rê nadê ku, bes li gorî tifaqa PDK û YNK yê ya berê Hikûmetek bê ava kirin; herweha rê nadê ku bes li gorî encamên matematikî yên hilbijartinan Hikûmeteke nû bê ava kirin.
Bi ya me, Hikûmeteke niştimanî, heta ku bikaribin berfireh ku encamên hilbijartinan bide ber çavan; lê rastîya peywendîyên PDK û YNKyê jî paşguh neke divê bê damezrandin. Partîyên Başûrê Kurdistanê, divê xwe ji rêyên dijminatî, tevlihevî, alozîyan kûrtir bikin dûr bixin. Partîyên Başûrê Kurdistanê gelek caran şerê navxweyî jîyane, gelek nexweşî bihurandine; divê di vê pêvajoya hesas de jî bi hişmendîyeke niştimanî, netewî, bi fedakarî rê li ber plan û stratejîyên dijmin û xêrnewazên Kurdistanê bigirin. Helbete ku partîyên ku rêjeya dengên wan kêmtir in, divê rêzê li partîyên ku bi rêjeyeke berbiçav biser ketine jî bigirin. Lê dîroka mirovatîyê bi dehan caran îspat kirîye ku, kî xwe zêdetir xwedîyê welatê xwe û xwedîyê doza xwe bibîne, kî zêdetir ji bo dahatûya miletê xwe xwedî proje bin, kî zêdetir ji planên xêrnexwazan haydar bin, ew hîn zêdetir bi hişyarî û bi fedakarî tevdigerin.
Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.
Bersîv:Helbete pêşniyarîyên ku emê bînin ziman gelekên wan , bi bûdçeyê , bi îmkanan ve jî girêdayî ne. Gava ku budçe tunebe, wê bernameya ku Hikûmet dê bide berxwe dê bi giştî pêk neyê. Lê gelek tişt hene ku bi van îmkanên heyî jî dikarin bi cîh bibin.Hewlêrê û Bexdayê ji bo Hikûmeta nû ya Iraqê li hevkirine. Her çiqas budçeya Kurdistanê hatibe kêmkirin jî, vê budçeya hatîye danîn gişt bi temamî bigihêje Kurdistanê , dê rewşeke baştir bi xwe re bîne. Hikûmeta Kurdistanê divê dest ji mafê xwe yê budçeya ji %17yê bernede. Divê budçeya pêşmerge beşeke ji budçeya Artêşa Iraqê be.
Parlamento û Hikûmeta nû, berîya her tiştî divê di peywendîyên xwe yên li gel Bexdayê bi yek helwest û yek deng tevgigerin.Divê parastina destkeftiyên federe yên Herêma Kurdistanê ku di Qanûn Esasî ya Federalî ya Iraqê de cîh girtine, weke wazîfeyayek netewî, niştimanî ya hemû partîyan, ya Parlamento û Hikûmata Herêma Kurdistanê bê qebûl kirin.Divê rêz li îradeya reefarndûma serxwebûnê bê girtin.
Hikûmeta Nû divê bi biryardarî û bi helwesteke yekgirti û stratejîk, rûpelekî nû veke. Divê dezgehên dewletbûnê yên heyî ji nû ve bêne organîze kirin, xurt kirin û bêne modernîza kirin. Divê ji bo ava kirina Artêşeke Niştimanî ya modern û yekgirtî; ji bo dezgehekî niştimanî yê îstîxbaratê yê yekgirtî; ji bo yek kirina budçeya Kurdistanê gavên radîkal û niştimanî bêne avêtin..
Parlamento û Hikûmeta Nû, ji bo kewandina birîna xuşk û birayên mê yên Kurdên Êzidî , bername, plan, stratejî û nexşerêyeke nû û teybet divê tesbît bike û hewcedariyên vê bernameyê zûtirîn dem pêk bîne.
Perwerde heykelê milet û welatekî ye. Sîstema perwerdeya Kurdistanê divê bi hişmendîyeke netewî, niştimanî ji nu ve bi rê , rêbaz û sîyaseteke hevdem û modern bê damezrandin. Heta ku nivşên nû bi hişmendîyeke niştimanî,li ser rehên milet û welatê xwe neyên perwerde kirin; heta ku nivşên nû bi şexsîyeteke bi xwe bawer, avaker, bi rê û îmkanên zanistî neyên perwerde kirin; heta ku nivşên nû, xwe weke perçeyekî cîhana hevdem nebînin; heta ku nivşên nû ji bo danîna bingehê sîstema zîraetê, hilberînê, sanayîyê neyên perwerde kirin; helbete ku ji bo gelê Kurdistanê pêşerojeke ku em hêvî dikin , li gorî dilê gelê me dê neyê ava kirin.
Parlamento û Hikûmeta Nû, divê ji bo çareser kirina pirsgirêka mûçe(meaş), alîkarîyên zerûrî, pirsgirêka elektrîkê, ya nexweşxanan, ya dermanan gavên radîkal û pêwîst bavêje. Divê hemû pêwîstîyên bingehîn yên ji bo berdawîmîya jiyan mirôvî bêne temîn kirin.
Parlamento û Hikûmeta Nû divê girîngîyeke zêdetir bide pêşmergeyên Kurdistanê, şerd û şirûdên jiyana wan û malbatên wan divê baştir bike; divê bi hesasîyeteke mezintir li malbatên şehîdan xwedî derkeve.
Parlamento û Hikûmeta Nû, ji vê bingeha azadî û demokrasîya heyî paşde gavan neavêje, divê hîna pêşdetir bibe.
Parlamento û Hikûmeta Nû, ji bo pêşdebirin û xurt kirina edaleta civakî gavên bingehîn û encam wergir divê bavêje. Edaleta pir alî ya di nava civatê de, garantîya paşeroja Kurdistanê ye.
Parlamento û Hikûmeta Nû, di derbarê mafên etnîkî, ziman, olî, mezhebî de li Rojhilata Navîn de nimûyeke û divê ji bo pêşde birina vê sîyasetê gavên nû bêne avêtin; ji bo her gilî û gazindên etnikî, olî, mezhebî bi hesasîyet divê tevbigere.
Parlamento û Hikûmeta Nû, ji bo danîna fabrîkeyan, ji bo pêşde birina zîraeta modern, ji bo xurt kirina sîstema hilberînê , divê piştgirîya karta taybet bike û weke Hikûmet jî gavên nû divê bavêje. Tiştê ku ez dizanim, gelek bernameyên stratejîk ji alîyê Hikûmetên berê yên Kurdistanê hatibûn amade kirin da ku, Kurdistan bikaribe hilberîna pêwîstiyên xwe yên bingehîn bi xwe, li Kurdistanê pêk bîne; divê Hikûmeta nû vê bernameya xwe li gorî îmkanan gav bi gav bi cîh bike.
(RojevaKurd)