Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk di derheqê rewşa Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir. Di peyama xwe de Ozçelîk got;
“Gava ku em li rewşa îro ya Rojavayê Kurdistanê dinerin, em dibînin ku di derbarê Rojavayê Kurdistanê, Surîyê û herêmê de her dewletek xwedî niyet, plan û stratejîyeke taybet û veşartî ye. Lê niyet û armanca kê çi dibe bila bibe, kiryar û helwest û siyaseta van dewletan encameke hevbeş bi xwe re anîye.Ew jî ev e: Mirênê nîşanî Kurdan bidin da ku kurdan bi tayê razî bikin.”
16.10.2019