Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik ji ber hilbijartina Serokê Giştî yê Partîya Heq û Azadîyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr bi peyamekê pîroz kir.
Di peyama xwe de Ozçelîk wiha got:
“Birêz Latif Epözdemir
Serokê Giştî yê HAK-PARê
Serokê Birêz
Di pêvaojeke ku miletê me û welatê me di rojên zehmet û hesas de derbas dibin, HAKPARê Kongreya xwe ya 8em li dar xist û cenabê we jî weke Serokê Giştî yê HAKPARê hat hilbijartin. HAK-PAR di doza azadîya welatê me de, cîhekî xwe yê girîng heye. Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, ji ber hilbijartina cenabê we ya ji bo Serokatîya HAK-PARê, cenabê we pîroz dikim. Di wê bawerîyê de me ku cenabê we ji bo hevkarî û tifaqeke berfireh ya netewî û demokratîk dê gavên pêwîst bavêjin. Bi vê bawerîyê, serkeftinê ji cenabê we re dixwazim.
Li gel rêzên xwe
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê”