Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Özçelik bi peyamekê sersaxî ji birêz kak Sabri Vesek û ji Malbata wan re xwest
Peyama Özçelik wiha ye:
“Hilya xanima a hevjîna kak Sabri Vesek ê welatperwerê Kurd, Serokê Şaredarîya Cizîrê yê berê, jiber nexweşîna xwe çûye ber dilovanîya xwedê.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wê biheşt be.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxî, sebir û metanetê ji kak Sabrî, ji zarokên wî û ji hemû malbata wan re dixwazim.”
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê