Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik bi daxûyanîyekê sersaxî ji malbata pêşewa qazî mihemed re xwest
Daxûyanîya Özçelik wiha ye:
“Meryem Qazî Mihemed a keça Serokkomarê Komarê Kurdistanê(Komara Mehabadê) nemir Pêşewa Qazî Mihemed, jiber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê.
Meryem Xanim, demeke dirêje li Urdûnê niştecî bibû û tedawîya nexweşîya penceşêrê didît.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, sersaxî, sebir û metanetê ji malbata Pêşewa Qazî Mihemed û ji gelê me re dixwazim.”
16.03.2020
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê