Mehmed Salih Bedirxan
BasNûçe - Hat zanîn ku PAK di sedsaliya peymana Sykes-Pîcotê de partiya wan wê li Amed, Stenbol, Wan, Batman û Îzmirê konferansên bi navê " Di 100 Saliya Sykes-Pîcotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê" lidardixe. Serokê PAK’ê Mustafa Özçelik di derbarê Peymana Sykes- Picot û panelan de ji BasNûçe’yê re axivî.
Li gor Peymana Sykes - Picot a di 1916’an de di navbera Rûsya, Fransa û Brîtanyayê de hatibû îmzekirin Kurdistan di navbera van dewletan de dihat dabeşkirin û bi awayekî fîlî ji hev dihat cudakirin. Herçend Peymana Sykes Pîcot bi cih nehatibe jî peymanên li dû vê peymanê di navbera dewletên zilhêz ê cîhanê de pêk hatin xalên Sykes - Picotê bi cih anîn û Kurdistan di navbera çar dewletan de dabeş bû. Bi minasebeta sedsaliya vê peymanê li herçar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê panel, konferans û meş birêve diçin. Partiya Azadiya Kurdistanê jî bi wê minasebetê li bajarên Bakurê Kurdistanê û li Stenbolê rêzepanelan li ser Sykes – Picotê li dar dixe. Hat zanîn ku ew ê akademîsyen û zanyarên kurd ê weke Dr. Eli Teter , Doç. Dr. Yaşar Abdulselamoğlu, Dr. Ekrem Önen, Dr. Roj Mamendî , Av. Mehmet Celal Baykara di panelên PAK’ê de gotarên xwe pêşkêş bikin.
“Peymana Sykes Picot têk diçe”
Serokê PAK’ê di derbarê panêlan de axivî û sedema lidarxistina panelan wiha anî ziman: “Peymana Sykes - Picot di roja 16.05.1916’an de di navbera Brîtanya, Fransa û Rûsya hate îmze kirin. Rûsya piştî Şoreşa 17’ê Octobrê ji vê peymanê vekişiya. Bi Peymana Sykes-Picotê Kurdistan bû çar parçe.m dixwazin di sed saliya Peymana Sykes-Picotê de, vê peymanê careke din binirxînin. Peymana Sykes-Picot di sed saliya xwe de, êdî têk diçe.Gelo em ê bikaribin vê têkçûnê bikin destpêka azadî û dewletbûna Kurdistanê? Serxwebûna başûrê Kurdistanê dê tesîreke çawa li statukoya heyî bike?Em dixwazin van mijaran bi awayekî zanistî binirxînin. Peymana Sykes-Picot destpêka projeya çarperçebûna Kurdistanê ye. Ev peymana, paşê bi Peymana Lozanê hate tesdîq kirin.”
Özçelik di berdewamiya axaftina xwe de baş kişand ser parçebûn û asîmîlasyona li ser gelê kurd jî û wiha berdewam kir: “Miletekî îro nifûsa wî 50 milyon e li ber çavê hemû mirovatiya cîhanê, ji hemû maf û azadiyên xwe, ji dewletbûn û serxwebûna xwe hatiye bê parkirin.Perçebûn û bindestî û bê dewletbûna miletê kurd, di hişmendî û tevna civatê de texrÎbateke mezin çêkiriye. Ew cîhana ku çavên xwe ji perçebûn û bindestiya miletê kurd girtiye, mixabin çavên xwe ji asîmîlasyon, înkar û îmhaya miletê me re jî girtine.Îro êdî berjewendiyên cÎhanê jî, bi guhertina xerîta nevçeyê û bi çirandina Sykes-Picotê he ye. Divê em li gel cîhanê, vê carê vê peymanê û van xerîtayen biçirînin.Mafê me yê çarenûsiyê, mafê me yê dewletbûnê mafekî rewa ye; divê em bi biryardarî li dûv vê daxwaz û mafê xwe rawestin. Di salên 1900’î de, kurd di sehayê de, di dîplomasiyê de, di yekitî û projeyeka netewî de jî zeyîf bûn; li ser maseyê jî zeyîf bûn. Jiber wê jî, gava ku Kurdistan perçebû em bê xwedî û bê hêz bûn.”
“Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe”
Serokê PAK’ê Özçelik di dawiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku li herçar parçeyên Kurdistanê kurdan dest bi hamleyan kiriye û rêya azadiya kurdan ew ê neyê girtin. Özçelik eşkere jî kir ku Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve dihere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dinya ne dinya berê ye. Kurd ne kurdên berê ne. Êdî kurd aktorekî esasî ne . Li Başûrê Kurdistanê ji federaliyê em bi ber serxwebûnê ve dimeşin.Li Rojavayê Kurdistanê li gek hemû kêmasî û şaşitiyên xwe ve jî, kurd hêdî hêdî statuyekê bi dest dixin.Li Rojhilatê Kurdistanê tevgera azadiya Kurdistanê di nav xebateke nuh de ne.Li Bakurê Kurdistanê, her çiqas bi şer û pevçûn û siyaseta wêran kirinê, dixwazin rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigirin jî; êdî tîr ji kevanê derketiye. Tu kes dê nikaribe rêya azadiyê bigire.
Dr. Ekrem Önen: Firsendeke dîrokî ji kurdan re derketiye pêş
Akademisyen Dr. Ekrem Önenê beşdarî panelên PAK’ê bibe jî ji BasNûçe’yê re axivî û tekez kir ku Sykes Picot peymana dabeşkirina dewleta osmanî bû û di dawiya dabeşkirina osmaniyan de kurdan gelekî xisar dîtiye. Herwiha Önen ragihand ku pêdawîstiya kurdan bi zanîna dîroka Seykes - Pîcotê heye û heye û wiha axivî: “Wek tê dizanîn Sykes-Picot peymanek ji dabeşkirina îmoaratorîya osmanî bû. Ji vê peymanê gelek miletên dibin desthilatdarîya Împatatorîya Osmanî debûn xisar jê dîtin bi teybet kurd û heta derecakê ereb yên herî xisar ji vê peymanê dîtin, wek tê dizanîn Kurdìstan dabeşî çar perça û ereb jî dabeşî dor 15 perçeyan kir. Ji bo ku kurd bikaribin di serdema nû de siyasetek rast bimeşînin hêjaye ku dîroka Sykes-Picot bizanibin ji ber wê jî konferasên wiha wê gelek girîngin ji bo ku kurd bikaribin di serdema me de ev firseta dîrokî ku ji kurdan re hatiye kurd bikaribin baş bikar bînin. Ez wisa bawerim, di serdema me de heger kurd aqilkî selîm û ne hissî pragmatîk tevbigerin wê bi karibin destkeftîyê mezin bi dest bixin.”