Ozgur Ozel li ser devavêtina Mansur Yavaş 'helalî' xwest

.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, li ser Mansur Yavaş "helalî" xwest.

Ozgur Ozel li ser gotinên Mansur Yavaş ên li ser Alayê Kurdistanê de got, "Kî li ser vê kursiyê axivîbe, eger peyva wî dilê kesekî hiştibe, wekî Serokê Giştî yê partiyê ez helaliyê dixwazim."

Daxuyaniyên Mansur Yavaş ên di xwepêşandana 22yê Adarê ya li Saraçhaneyê, bûn sedema nerazîbûna Kurdan.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş doh ji Alaya Kurdistanê re gotibû “paçik” her wiha piştî wê gotina wî baroyên bajarên Wan, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dijî Mansûr Yavaş doz vekiribûn.

Peyvên Mansur Yavaş di konferansa rojnamegeriyê ya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan û Ozgur Ozel a Saraçhaneyê jî de hat rojevê.

Ozgur Ozel li ser pirsa li ser gotinên Mansur Yavaş got, "Peyama partiyê ya derbarê vê mijarê de, ew peyama ku ji devê Serokê Giştî hatiye bihîstin"

Serokê Giştî yê CHPyê her wiha îşev li Saraçhaneyê bêyî ku navê Mansur Yavaş bîne ziman amaje bi gotinên wî kir û got:

"Li ser vê kursiyê, li vê meydanê me 5 roj in gelek axaftin kirin. Hevok bê şaşî nabe.

Kî li ser vê kursiyê axivîbe, eger peyva wî dilê kesekî hiştibe, wekî Serokê Giştî yê partiyê ez helaliyê jê dixwazim.

Ez careke din Newroza hemû xwişk û birayên xwe yên Kurd pîroz dikim, ji vê derê silavan ji Selahattîn Demirtaşê ku li Edîrneyê girtî ye re dişînim."

Siyaset Haberleri

Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt
Îraq: Dema mayîna hêzên Koalîsyonê nayê dirêjkirin
Amerîka bang li welatiyên xwe dike ku demildest ji Sûriyeyê derkevin
Myanmar - Zêdetirî hezar kesî mirin û 376 kes jî birîndar bûn