PAK: "1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz be!"

Partiya Azadiya Kurdistanê bi hilkefta 1ê Gulanê Roja Karkeran peyamek weşand cejna hemû karker û kedkaran pîroz kir:

"1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz be!"

"1ê Gulanî heme karker û kedkaran rê pîroz bo!"

 

Kedkarên Bakurê Kurdistanê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar, pêşwaziya 1ê Gulanê dikin. Karker, kedkar û karmendên kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serdestiya miletê xwe, welatê xwe û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, jiyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi hev re dimeşîne. Ji ber vê yekê, 1ê Gulanê ji bo karker, kedkar û karmendên kurd û Kurdistanê maneyeke xwe ya hîn firehtir û kûrtir heye.

Di 1ê Gulana 2018an de karker, karmend û bi giştî kedkarên Bakurê Kurdistanê di rewşeke xerab de dijîn; şerê heyî û qedexeyên Rewşa Awarte jî rewşa kedkaran zehmettir dike. Bi hezaran kes ji karên xwe hatine avêtin.

Kedkarên Kurdistanê têkoşîna ji bo aboriyeke hîn baştir, ji bo maf û demokrasiyeke hîn firehtir û ya welatekî azad bi hev re dimeşînin.

PAK dibêje em di 1ê Gulanê de dengê xwe bilind bikin û bêjin "Ji şer re, ji Rewşa Awarte re na; ji çareseriya siyasî û ji azadiya Kurdistanê re erê".

Bi hêviya ku, li ser axa welatê xwe, li ser bingeha azadî û edaleta civakî miletê kurd û civaka Kurdistanê bikaribe xwe bixwe bi awayekî azad îdare bike, Partiya Azadiya Kurdistanê 1ê Gulana hemû karker, kedkar û karmendên kurd û Kurdistanê û dinyayê pîroz dike.

1ê Gulana 2018an

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin