Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê ji ber salvegera 125.mîn a rojnamevaniya Kurdî peyamek pîrozbahiyê belav kir.
Li gor Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê peyam waha ye:
22ê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be
Rojnameya pêşîn a kurdî, Rojnameya Kurdistan, 125 sal berê, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Başûrê Kurdistanê, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.
Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar derket. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya Dewleta Osmanî, Miqdat Midhet Bedirxan hew karîbû derxista, ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina Rojnameya Kurdistanê kir. Ebdurrehman Bedirxan jî ji ber zilma Dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsreyê û Îngilîstanê dest bi derxistina Rojnameya Kurdistanê kir. Rojnameya Kurdistanê, li ser hev 31 hejmarên wê derketin (hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).
Di dîroka rojnamegerîya Kurdî de beşa herî girîng a gelê kurd, beşa sedsala me ye. Bi îfadeyeke din derketina rojnameyên Kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna xwe avakirina millî ya modern a gelê Kurd e. Bi derketina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir.
Çend sal piştî derketina rojnameya Kurdî ya pêşîn (Kurdistan,1898), rêxistina netewî ya pêşîn (Kurdistan Azmî Qewî Cemîyetî-1900) jî ava bû. Ji wê rojê ve jiyana têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya miletê Kurd mil bi mil heta îro hat û îro jî her bi awayê neteweparêzîyê berdewam e û dimeşe.
Ji roja ku Rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi legal û çi îllegal) kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê hertim dewletên desthilatdar li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên Rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.
Gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin.
Heta îro jî rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadîya wan tê girtin. Rojnamevan îro jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di bin tehdîtên ceza û êrîşan da ne.
Ji ber vê yekê, rojnamegeriya Kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.
Bi vê minasebetê, em hemû rojnamevanên Kurd ên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi giramî bibîrtînin û dibêjin roja rojnamegerîya Kurdî pîroz be.
22.04.2023
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê