PAK: 3 Salîya Platforma Zimanê Kurdî Pîroz Be

.

"Platforma Zimanê Kurdî(PZK) di 29ê Meha Cotmeha 2018ê de hatîye damezrandin.

Armanca sereke ya damezrandina Platforma Zimanê Kurdî ew bû ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û bibe zimanê fermî.

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê gelek mirovên Kurd asimîle bûne, ji ziman, dîrok, nasnama û kultura xwe bidûrketine. Di têkilîyên civakî û siyasî de zimanê Kurdî di asteke berfireh de nayê bikaranîn.

Herweha armanceke esasî ya damezrandina PZKyê jî ew bû ku fêrbûn, axaftin û hişmendiya zimanê Kurdî di nav gelê kurd de xurtir, firehtir û berztir bibe.

Em wek PAK ji yek aktorên esasî yên damezrenêrê PZKyê ne. Em aktivîst, alîkar, piştgir û xebatkarên PZKyê ne.

Bi minasebeta 3 salîya damezrandina PZKyê em careke din bangî miletê kurd û gelê Kurdistanê û dostên gelê me dikin, da ku piştigirîya kampanyaya PZKyê ya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehê bikin.

Herweha em bangî miletê kurd dikin , da ku zimanê xwe fêr bibin, di jîyana rojane de, li nav mala xwe, li bazarê, di tîcaretê de, di sîyasetê de, di xebatên rewşenbîrî de zimanê kurdî bikin zimanê esasî.

Em bangî hemû pêkhateyên gelê xwe, bangî sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd û Kurdistanî dikin, da ku bibin aktîvîst, alîkar û piştigirên Platforma Zimanê Kurdî.

Em hêvî dikin ku PZK bibe platformeke berfireh ya sîyasetmedar, hiqûqnas, aborînas, rewşenbîr, nivîsikar, hunermend, sosyolog, zimanzan, perwerdekar, pedagogên Kurd.

Em 3 saliya PZKyê li gelê kurd pîroz dikin!

Zimanê Kurdî rûmeta me ye, hebûna me ye, nasnameya me ye"

30.10.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir