PAK: 31emîn Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê Pîroz Be

.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera 31emîn a Raperîna 1991ê, peyamek belav.

Daxuyaniya ku ji alîye Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ve hatiye belavkirin wiha ye:

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di roja 5ê adara 1991ê de gelê me li himberî Seddamê dîktator Raperîn(Serîhildan) destpêkir. Ev raperîna li temama Başûrê Kurdistanê belav bû.Di encama vê raperînê de Hewlêr, Silêmanîye û Dihok hate rizgar kirin. Di 1992an de jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hate îlan kirin.

Raperînê di sala 2005an de di Qanûna Bîngehîn a Iraqê de bi qebûl kirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewam kir.

Raperîn nerawestîya.

Raperînê di 25ê îlona 2017an de, di referandûma serxwebûnê de, bi %93yê 'erê' ya ji bo serxwebûnê berdewam kir.

Tu şika me lê nîne ku , li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadîya xwe bidest bixe dê raperîn her berdewam be.

Em 31emîn salvegera Raperîna(Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.

05.03.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin