"4ê Gulanê 81emîn salvegera destpêka qetlîama Dêrsimê ye
81 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak bi biryara fermî, ji bo bi tevahî jiholêrakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ”Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê” ku di 4ê Gulana 1937an de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937an de hêzên leşkerî yên Cumhuriyeta Tirkiyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.
Di biryarê de ”gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin”, ”Ev operasyona civandinê wê bigire ser gundan wê him çekan bicivîne û him jî bi vê firsendê kesê ku hatine civandin neqil bike”. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ”Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê çavkaniyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê li cî û ebedîyen ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan dûr bixînin”.
Ev gelek aşkere ye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, jiholêrakirina miletekî ye.
Dewleta Tirk bi navê stendina leşkeriyê, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û dû re kesên ku dikarin rêberiya gel bikin, yên xwedî gotin, bi îtîbar tevî malbatên wan ji bo surgun bikin civandin. Ji bo têkilîyên wan bi tevahî bên birîn û hevûdin nebînin surgunî bajarên cuda yên Tirkiyeyê kirin û ”îqameta mecbûrî” dane wan. Piştî wê, operasyona îmhakirinê destpê kir. Bêyî ku ferqê têxin navê, gelê Dêrsimê qir kirin. Serokê Asayîşa Malatyayê yê wê demê Î. Sabrî Çaglayangîl îtîraf kiribû ku , jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn reviyabûn şikeftan bi ”jehra mişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin ji zinarên bilind xwe davêtin çemê Munzûrê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wek miletekî din gihandin.
Qirkirina Dêrsimê, piştî qirkirina etnîsîteyên ne misilman, xeleka siyaseta jiholêrakirina gelê kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîriyê destpê kir û sala 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatiye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.
Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kiriye tiştê dewlet bike ew e lêborîna xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastiyê bavêje. Dewlet dikare bi destnîşankirina mezelên serokên tevgera Şêx Seîd û Seyîd Riza û yên din ku heta niha bi dizî girtiye, destpê bike.
Di 81emîn salvegera qirkirina Dêrsimê de em wan qirkirinên li hember gelê Kurdistanê bi nefretî protesto dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin."