Daxuyanîya PAKê wiha dewam kir:
Dewleta Tirkîyeyê li 200î zêdetir gundên, Qoser û Dêrik a navçeyên Mêrdînê,eve ji 21 rojan zêdetir e elektrîka gelê me birîye.Jiber tunebûna elektrîkê , ava van 200 gundan jî hatîye birîn.
Di demeke ku li temama cihanê mirovahî bi helwesteke yekgirtî li dijî corona vîrusê şerekî mezin dimeşîne, di demeke ku jibo tedbîrên xeterîya corona vîrusu pêwîstî bi avê, bi hîjyenê heye, Dewleta Tirkîyeyê gelê me yê ji 200î zêdetir gundan bê elektrîk û bê av hiştîye.
Di demeke ku krîza aborî tesîreke gelek xerab li temama civatê dike de, birîna(qut kirina) elektrîkê barê gundîyan deh qatî zêdetir dike.
Dewleta Tirkîyeyê dubendîyê dixe navbera cotkarên li Bakurê Kurdistanê û cotkarên Herêmên Trakya, Edene û Ege ya Tirkîyeyê. Ew pereyê ku jibo elektirîkê ji cotkarên Dêrikê û Qoserê tê wergirtin du qatê cotkarên Trakya, Edene û Ege ya Tirkîyeyê ne.Ev jî neheqî ye, zilm e, cot standartî ye.
Di demeke weha de elektrîk hatîye birîn ku, genim di dema şîr girtinêdeye û birîna ellektrîkê hem rêjeya hatin û berhema genimî û hem jî qalîteya genimî kêm dike.
Herweha heger elektrîk neyê berdan, li dora 4 milyon deqarî de wek berhema duyem dê cotkar nikaribin garis biçînin. Evjî li herêmê dê qirîza heyî mezintir bike.
Di demeke ku krîza aborî di asteke herî bilind de ye, di demeke ku jiber corona vîrusê li cîhanê bi sed hezaran kesî jîyana xwe ji dest dane de, Dewleta Tirkîyeyê elektrîka ji 200î zêdetir gundan dibire û herweha gelê van gundan bê av dihêle. Ev tawaneke li dijî mirovahîyê ye.
Dewleta Tirkîyeyê divê demildest dest ji birîna(qut kirina) elektrîk û ava gelê me yê gundîyên Qoserê û Dêrikê berde.
Hemû partîyên sîyasî, dezgeh, hêz û kesayetên mafên mirovan diparêzin, azadîxwaz û edalet parêz û hemû dezgehên tendirûstîyê yên li Kurdistanê, li Tirkîyeyê û li cîhanê divê dengên xwe bilind bikin û rê li ber vê neheqîya Dewleta Tirkîyeyê bigirin.
05.06.2020
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê