PAK: Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî Pîroz Be

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Berdawamîya peyama PAKê wisa ye:

“Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî, cejna Êzî dikeve hefteya dawîn a meha Çileya Pêşîn ku Kurdên Êzidî bo maweyê 3 rojan rojiyê digirin û roja çarem jî weke cejn tê pîrozkirin.

Hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên Kurdên Êzidî, ji bo alandina hemû êşên xuşk û birayên me yên Êzidî dê bernameyên taybet bicîh bînin.

Em cejna Ezî ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û yên li hemû cîhanê  pîroz dikin.”

20.12.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e