Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li ser êrîşa çekdarên PKKê ya ser hêzên Pêşmerge û şehîdkirina Pêşmergeyekî û birîndarkirina sêyên din daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya PAKê wiha ye:
"Dewleta Federe destkeftineke hemû Kurdistanîyan e, divê em biparêzin û divê pirsgirêk jî bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin
Nûçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê belav dibin, nîşan dide ku îro li dor û bera Amêdîyê di encama êrîşeke PKKyê ya li ser Hêzên Pêşmerge de pêşmergeyek şehîd ketîye, çend pêşmerge jî birîndar bûne û şerek derketîye.
Daxwaz û hêvîyên me ew e ku ev şer dewam neke, berfirehtir nebe û rê li xeterîyên mezintir veneke.
Gava ku Birêz Serok Mesud Barzanî digot ‘’Şerê di nav Kurdan de heram e, emê ji îro pê ve rê nedin şerên bi vî rengî’’; ev gotin encama tecrube, êş, zanîn û dûrbînîyeke bi hest û bîr bawerîyeke netewî, niştimanî ve hatîye hûnandin bû.
Em di wê bawerîyê de ne ku daxuyanî û banga Birêz Serok Mesud Barzanî ya ku roja 02.11.2020ê hatîye belav kirin jî, bangeke ku her li ser esasê vê hişmendî û hesasîyeta netewî û welatperwerîyê hatîye ava kirin.
Banga Birêz Serok Mesud Barzanî ne banga şerî ye; bileqisê wê bangeke ku şansê dide rêlibergirtina şerê di nav Kurdan de.
Aşkere ye ku şerê di nav Kurdan de, dê Kurdên Başûr û Bakur ji hevdu sar bikin, dê birînên kûr di dilê Kurdan de veke, dê zerareke mezin bide destkeftinên federe yên li Başûrê Kurdistanê, dê zerareke mezin bigihîne pêvajoya lihevhatina di nav ENKS û PYNKyê de û dê zerarê bide doza azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê.
Tecrubeyên gelê me yên dîrokî û yên van demên dawî bi zelalî îspat kirîye ku, heqî û neheqî li alîyekî, sebebê wê çi dibe bila bibe, şerê di nav Kurdan de tu feyde ji Kurdan re neanîye; yê zerar dîtîye her Kurd bi xwe bûne, yên jê feyde wergirtine jî xêrnexwaz û dijminên miletê Kurd bûne.
Bi van hest û bîr û bawerîyan, em bangî rêvebirîya PKKyê dikin ku , piştgirîya banga Birêz Serok Mesûd Barzanî bikin û demildest bi dîyaloga li gel Rêvebirîya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê re gavên pêwîst bavêjin; rêzê li hebûn, îrade, serwerî , meşrûîyet û biryarên Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin.
Em bangî hemû partî, rêxistin û dezgah û kesayetên her çar perçeyên Kurdistanê dikin da ku em bi yek helwestê rê li ber nexweşî, tûnd û tûjî, şer û birînên nû yên di nava Kurdan de bigirin. Ji bo hemû pirsgirêk bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin divê em helwesteke yekgirtî bigirin."
04.11.2020
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê