PAK: Em êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanîyê şermezar dikin

.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)  bi daxuyaniyekê, êrîşa do ya li derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Em êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanîyê şermezar dikin

Roja 7ê Nîsana 2023yê,li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanîyê bi dronan êrîşeke hewayî hate kirin.

Cîhê dilxweşîyê ye ku di encama vê êrîşê da zerareke canî çênebûye.

Em vê êrîşê şermezar dikin.

Em bangî hemû dewletên heremî û navnetewî dikin da ku rêzê li serwerîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn