Îhsan Nûrî Paşa , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû.
Îhsan Nûrî Paşa General û rêberê leşkerî yê serhildana Çîyayê Agirî û yek ji damezranerê Xoybûnê bû.
Îhsan Nûrî Paşa di jîyana xwe de her jibo doza Kurd û Kurdistanê xebat kir, tekoşa. Piştî Serîhildana Agirîyê, Îhsan Nûrî Paşa neçar dimine berê xwe dide Îranê.
Îhsan Nûrî Paşa ji berîya 46 salan, di roja 25.03.1976an de, li Îranê di qezayeke trafîkê de koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê.
Em di salvegera koça dawî ya wî ya 46an de welatperwerê Kurd Îhsan Nûrî Paşa bi giramî bibîrtînin. 25.03.2022
Buroya Çepemenî û Ragihandinê ya PAKê