"Em Jenosîda Ermeniyan Rûreş Dikin
Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.
Jenosîda Ermeniyan jenosîdeke mezin e di nav jenosîdên di cîhanê de.
Jenosîda Ermeniyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî bi awayekî plankirî hatiye kirin.
Em di 103yêmîn salvegera jenosîda Ermeniyan de careke din Dewleta Osmanî û "İttihat Teraki" bi tundî rûreş dikin.
24.04.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"