PAK: Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê Jenosîda Ermenîyan ku 1915an pêk hatibû rûreş kir.

Peyama PAKê wiha ye:

Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.

 

Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezine di nav jenosîdên di cîhanê de.

 

Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî ve hatiye kirin!

 

Em di 105emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û "İttihat Teraki"  bi tundî rûreş dikin. Em şirîkê êş û xema gelê  Ermenîyan e.

 

24.04.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e