PAK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ji ber komkujîya li Hewlêrê ya 1ê sibata 2004an bi peyamekê rûreş kir.

Peyama PAKê wiha ye.

Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin


Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.


Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKyê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn. 


Êrîş di dema pîrozbahiyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitiye Nivîskarên Kurdistan yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKyê jiyana xwe ji dest dabûn.


Em di 17emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.


01.02.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn