PAK: Em kuştina hunermendê Kurd Cîhan Aymaz şermezar dikin

.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) qetilkirina hunermendê kolanan Cîhan Aymaz ê 30 salî ku li Kadikoyê ji ber stran negotibû hatibû qetilkirin, bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya PAKê li jêr e:

Em kuştina hunermendê Kurd Cîhan Aymaz şermezar dikin

Hunermendê Kurd Cîhan Aymaz, roja 03.05.2023yê li navçeya Kadikoy a Stenbolê gava ku li ber peravê behrê ji gel grûba xwe ya muzîkê stranê kurdî digot tûşî êrîşekê bû û hate kuştin.

Cîhan Aymaz ji xelkê Qersê, navçeya Dîgorê ye.

Li gorî agahîyên heyî, kesekî daxwaz ji Cîhan Aymaz ra kirîye ku stranekê bêje. Lê Cîhan Aymaz ew strana ku wî daxwaz kirîye negotîye. Wî kesê nemirov jî bi kêran êrîşî Cîhan Aymaz kirîye û ew kuştîye.

Di hinek nûçeyan da tê gotin ku êrîşker serxweş bûye û daxwaza strana ‘’Ölürüm Türkiyem-Ji bo te dimirim Tirkîyeya min’’ kirîye. Cîhan Aymaz jî ev daxwaz qebûl nekirîye, ji ber wê jî tûşî êrîşê bûye. Di hinek nûçeyan da jî behsa navê stranê nayê kirin, bes dibêje êrîşker daxwaza stranekê kirîye.

Sebebê wê çi dibe bila bibe, em kuştina Cîhan Aymaz şermazer dikin.

Lê divê bê tesbît kirin ku, gelo ev êrîşa ji ber negotina wê strana ‘’Ölürüm Türkiyem-Ji bo te dimirim Tirkîyeya min’’ hatîye kirin an na.

Herweha êrîşkerê ku hatîye girtin divê demildest bê ceza kirin.

Divê hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayetên mafên mirovan diparêzin bi yekdengî li himberî êrîşên bi vî rengî yên nemirovane helwestê bigirin.

04.05.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye
Metran Beşar Werde: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê