PAK: Em Necmettin Büyükkaya û Şehîdên Berxwedana Zîndana Dîyarbekirê Bi Giramî Bibîr Tînin

.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê: Em Necmettin Büyükkaya û Şehîdên Berxwedana Zîndana Dîyarbekirê Bi Giramî Bibîr Tînin.

"Welatperwerê Kurd Necmettin Büyükkaya roja 24.01.1984ê de li Zindana "5 Nolu" ya Amedê ji alîyê Dewleta Tirk ve bi îşkenceyê hate qetil kirin.

Di sala 1984an , meha çileya paşîn di Zîndana Dîyarbekire de, welatperwerên di zîndanê de, li himberî zulmê serîhildan, berxwedanek destpêkirin. Di vê berxwedanê gelek welatper şehîd ketin.

Em di 37emîn salvegera şehadeta wan de, şehîdên çileya paşîn a 1984an , NECMETTİN BÜYÜKKAYA, ORHAN KESKİN, CEMAL ARAT, YILMAZ DEMİR, REMZİ AYTÜRK û hemû welatperwerên ku di zîndanan de û di rêya azadîya Kurdistanê de şehîd ketine bi gramî bibîr tînin."

24.01.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir