PAK: Em piştgirîya banga greva giştî ya Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê dikin

.

"Keça Kurd Jîna Emînî roja 13ê îlona 2022yê li Tehranê ji alîyê polîsên Dewleta Îranê ve hate desteser kirin. Polîsên Dewleta Îranê îşkenceyeke mezin li Jîna Emînî dikin û bi wî halê îşkence kirî , teslîmî malbata wê dikin. Keça Kurd roja 16.09.2022yê jîyana xwe ji dest da.

Jîna Emînî ji bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye û 22 salî bû.

Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê , ji bo kuştina Jîna Emînî protesto bikin, bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kirîye da ku roja 19.09.2022yê dikanên xwe bigirin û di hemû cîhên kar da greva giştî bê îlan kirin.

Em piştgirîya vê banga greva giştî ya Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê dikin û em Dewleta Îranê ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî rûreş dikin.Em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Ruhê Jîna Emînî şad, cîhê wê biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata Jîna Emînî û ji gelê Kurdistanê ra dixwazin.

Em bangî hemû rêxistinên parastvanên mafê jinan, rêxistinên mafê mirovan, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê û hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê dikin da ku kuştina keça Kurd rûreş bikin, şermezar bikin û li himberî Dewleta Îranê helwestê bigirin."

17.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Bixwîne: Keça Kurd Jîna Emînî piştî îşkenceya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da

Bixwîne: PAK: Em Dewleta Îranê ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî şermezar dikin

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn