PAK: Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê, Komkujiya Meraşê rûreş kir û got ev qetlîam, ji aliyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst ên Dewleta Tirkiyeyê ve hatibûorganîze kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hat gotin:

"Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin

40 Sal berê, di sala 1978an de, di navbera rojên 19 û 25a Çileya Pêşîn de, li bajarê Meraşa Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xwişk û birayên me yên Kurdên Elewî hate lidarxistin. Ev qetlîam, ji aliyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst ên Dewleta Tirkiyeyê ve hatibû organîzekirin û lidarxistin. Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin qetilkirin 1500 Elewî jî birîndar bûn.

Di 40emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin. Em hemû qurbaniyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin