Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) derbarê bûyera teqîna li maleke Taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê de peyameke sersaxî belav kir.
Daxuyaniya PAKê wiha ye:
Em sersaxîyê ji gelê xwe ye Silêmanîyê ra dixwazin.
Em bi bûyera li Silêmanîyê ku ji ber teqîna tankêreke gazê 15 hevwelatîyên me canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndarin gelekî xemgînin.
Em Sersaxîyê, sebir û metanetê ji bo malbatan ra dixwazin. Hevparê êş û xema wan in. Ji bo birîndaran jî em şîfaya xêrê dixwazin.
Serê gelê me sax be.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)
18.11.2022