Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)ê bi boneya koça dawiyê ya nivîskar û lêkolînvanê Kurd ê êzdî Pîr Xidir Silêman peyamek sersaxiyê belav kir.
Peyama PAKê waha ye:
Me bi xemgînî bihîstîye ku dîroknas û nivîskarê welatperwerê kurdê êzidî birêz Pîr Xidir Sulayman koça dawî kirîye.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Em sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên xwedê jê razî re dixwazin. Serê gelê me sax be.
15.11.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê