"Welatperwerê Kurd Edîp Karahan di Gulana 1976an de li Stenbolê koça dawî kir.
Edip Karahan, hiqûqnas, nivîskar, rojnameger, rewşenbîr û sîyasetvanekî Kurd û Kurdistanî bû.
Em Welatperwerê Kurd Edîp Karahan bi giramî bibîr tînin
Welatperwerê Kurd Edîp Karahan di Gulana 1976an de li Stenbolê koça dawî kir.
Edip Karahan, hiqûqnas, nivîskar, rojnameger, rewşenbîr û sîyasetvanekî Kurd û Kurdistanî bû.
Edip Karahan, li Başûrê Kurdistanê ‘Hakimê Mahkemeya Şoreşê' bû, Mam Azad bû.
Edip Karahan, li hefsa Diyarbekirê , di salên 1971 û 1972an de Serokê Dîwanê bû.
Edip Karahan, xwedîyê rojnameya Dîcle-Firatê bû.
Di 46emîn salvegera wefata wî de, em welatperwerê Kurd, fedakar û kedkarê doza azadîya Kurdistanê Edip Karahan bi giramî bibîr tînin. Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be."
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê