Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hat gotin:
"Em Welatperwerê Kurd Necmettin Büyükkaya Bi Giramî Bibîr Tînin
Welatperwerê Kurd Necmettin Büyükkaya roja 24.01.1984ê de li Zindana "5 Nolu" ya Amedê ji alîyê Dewleta Tirkîyê ve bi îşkenceyê hate qetilkirin.
Em di 35emîn salvegera qetilkirina wî de Welatperwerê Kurd Necmettin Büyükkaya û hemû şehîdên zîndana Dîyarbekirê bi giramî bi bîr tînin."