PAK: Em wî kesê ku destdirêjî li keça 13 salî ya Şirnexî kirîye rûreş dikin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) li ser bûyera şeva 14.07.2020an li Şirnexê ku efserekî ordîya Tirkîyê destdirêjîya keçeke 13 salî kiribû, bi peyamake rûreş kir.

 

Peyama PAKê wiha ye:

Li Şirnexê şeva 14.07.2020an efserekî ordîya Tirkîyeyê destdirêjî li keçeke 13 salî kir.

Baroya Şirnexê di vê derbarê de daxuyanîyek belav kir û got me hewl daye ku îfadeyên wê keça 13 salî û yên li gel dîmenên kamereya li wê herêmê bikevin nav dosyaya vê êrîşê.

Helbete ku ev ne cara yekem e ku keç û jinên Kurdan tûşî êrîş, tecawuz û tûnd û tûjîyên wan wazîfedarên Dewleta Tirkîyeyê dibin. Bi sedan êrîş û tecawuzên bi vî rengî her bê ceza mane. Yê ku ev êrîşa kirîye jî bêminetî û hêza xwe ji bêcezahiştina bûyerên berê yên bi vî rengî distîne.

Destdirêjîya li keçeke 13 salî, di eslê xwe de destdirêjî li hemû mirovahîyê ye. Ev destdirêjî berdewamîya destdirêjî , tecawuz, qetlîam, êrîş û wêranîyên ku bi dehan sale gelê Kurd rû bi rûbûne ye.

Em vê êrîşa nemirovane rûreş dikin û bang dikin ku demildest ev nemirovê ku ev karê kirîye bê ceza kirin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e