PAK-EWROPA: Roja Ala Kurdistanê li hemû Kurdistanîyan pîroz be

.

"Li gor hin çavkaniyan 100 sal berê û li gor hin agahdarîyên din 101 sal berê reng û şeklê Ala Rengîn ji aliyê Komeleya Rêkxistina Civakî ya Kurdan (Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîya Kurdan) hat tespîtkirin. Bi reng û şeklê xwe her ev al di damezirandina Rêxistina Xoybûnê de wek ala Kurdistanê hat pejirandin. Herweha di heman salê de ev al li Serîhildana Agriyê, bilind bû.

Di 17.12.1945an de, di dema Komara Kurdistanê li Mahabadê, li her derê bajêr ala Kurdistanê hate hildan, hemû bajêr bi ala rengîn xemilî. Ji ber wê roja pîroz di 2009an de Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ev roj, wek roja Ala Kurdistanê, bi qanûnekê resmî qebûl kir.

Em wek Piştgirîn Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa, bi hêvîya ala rengîn li her çar perçeyên Kurdistanê li ba bibe, emê li bakûrê welatê xwe ji bo azadî, demokrasiyê û pêl dayina vê alê xebat û tekoşina xwe bidominin"

PAK-EWROPA

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne