PAK-Ewrûpa: Cejna Remezanê pîroz be!

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)- Ewrûpa bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir.

Em cejna Remezana hemû hemwelatiyên xwe yên misilman ên derveyî welat û seranserê Kurdistanê pîroz dikin. Em di van rojên afata coronayê de ji hemû hemwelatiyên xwe re siheteke baş, sebir û aramî, yên bi nexweşîna coronayê ketine û nesax in şîfa xêrê dixwazin.

Gelek hemwelatiyên me ji ber parastina coronayê bêkar, bêîmkan li malên xwe di maxdûriyeteke giran de dijîn. Mixabin miletê me, ne di bin stara dewleta xwe de ye, wek divê destê alîkariyê nagihîjê. Wek gelek caran bi îmkanên xwe yên sînorkirî em dikarin destê rehm û dilovanîyê dirêjî hev bikin.

Careke din Cejna Remezanê pîroz be!

Bi silavên me yên germ

PAK-Ewrûpa

Siyaset Haberleri

Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye
Rojhilat | Malbata girtiyê Kurd bi belgeya mirinê ji îdama kurê xwe haydar bû
ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî