Helepçe rismê fînala enfala dewleta Iraq û Saddam Huseyîn e, ku ji 1982 û heta 1988 bi kuştina 180 000 Kurdistanî encam da. Halepçe rismê qetlîam û jiholêrakirina miletê Kurd e. Helepçe rismê bêkesiya Kurdan e. Helepçe rismê durûtiya dewletên Rojava, yê mezin ê cîhanê û yê musulman e.
Em Kurdistanî divê tu car Helepçe ji bîr nekin û her tim bi bîr bînin. Ji bo ev risim, rojek ji rojan li dinya bêyom, bibe havênê yekîtî û yek rêziya me.
Ji bo kareseta Helepçe were jibîrkirin rojek berî rojan pêkhateyên siyasî, serbazî û civakî yên başûrê Kurdistanê yekîtî û yekrêzîya xwe pêk bînin û wek hêzek ber bi asoyên serxwebûnê tevbigerin.
Tenê parastin û destkeftiyên nuh dikare birîna Helepçeyê sivik bike, ew jî tenya bi yekgirtin û yekrêziya hêzên her perçeyê Kurdistanê dikare pêk were.
PAK Ewrûpa
(Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa)
16.03.2019