PAK li Berlînê beşdarî meşa bibîranîna Dr.Sadiq Şerefkendî bû û peyamek şand

.

Roja 17.09.2022yê li Berlîn a bajarê Elmanyayê , bi meşeke girseyî Dr.Sadiq Şerefkendî, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.

Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê(PDK-Îran) ev meş û bibîranîn organîze kir, lê ji her çar perçeyên Kurdistanê gelek partîyên sîyasî, sazî û kesayetên welatperwer jî beşdarî vê bibîranînê bûn.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Mîrza Akar, endamên Meclîsa PAK Ewropayê Osman Çinar û rêvebir û endam û alîgirên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) jî beşdarî vê bibîranînê bûn.

Di merasîma bibîranînê da li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê(PDK-Îran) Xalid Ezîzî axaftinek kir.

Herweha li ser navê Meclîsa PAK Ewropayê jî peyamek ji Komîteya Amadekar a bibîranînê ra hate şandin.

Ev jî teksta vê peyamê ye:

Dr.Sadiq Şerefkendî û hevalên wî şehîdên Kurdistanê ne û em wan bi giramî bibîrtînin

Dr.Sadiq Şerefkendî 30 sal berê ji alîyê Dewleta Îslamî ya Îranê ve li gel hevalên xwe, rêvebirên PDK Îranê Fetah Ebdolî û Humayûn Erdelan, di roja 17ê Îlona 1992yan da li Elmanyayê, hatin şehîd kirin.

Berîya Dr. Sadiq Şerefkendî, di 17ê Temûza 1987ê da Dr. Abdûrahman Qasimlo û 2 hevalên xwe dîsa ji alîyê Dewleta Îslamî ya Îranê ve li bajarê Vîyanayê hatibûn şehîd kirin.

Qetil kirina Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî, berdewamîya hişmendîya wê dewleta dagirker a Îranê ye ku , pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî di sala 1947ê da darve kiribûn.

Dr. Sadiq Şerefkendî, hevalê Dr. Qasimlo bû, û bi vê hevaltîyê bibû endamê PDK Îranê. Dr. Sadiq Şerefkendî, ew alaya Pêşewa Qazî Mihemed û Alaya Dr. Qasimlo li erdê nexist, bi dilsozî bû kedkarekî doza azadîya Kurdistanê û gava hate şehîd kirin, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê bû.

Dr. Sadiq Şerefkendî,birayê biçûk ê HEJAR ê welatperperê Kurd û helbestvanê mezin yê Kurdistanê, bû.

Dr. Sadiq Şerefkendî, mirovekî zanyar bû û li unîwersîteyê mamosteyekî weha bû ku hemû xwendekaran bi rêzdarî jêhezdikirin.

Dr. Sadiq Şerefkendî, serok û rêberekî zana û qebûlbar ê di nav partîya xwe da bû, pêşmergeyek bû, kadirekî sîyasî bû, berpirsekî gihîştî yê ragehandin û çapemenîyê bû, di navbera hêzên neteweyî û niştimanî yên Rojhilatê Kurdistanê da pireke cîhê bawerîyê bû, kesayetekî qebûlbar ê di nav alîyên Îranî yên demokrat û azadîxwaz bû. Dr. Sadiq Şerefkendî, rewşenbîr bû, pêşengekî fedekar, dilsoz û qebûlbar bû di nav gelê Rojhilatê Kurdistanê da.

Qetil kirina Dr. Sadiq Şerefkendî, Dr. Qasimlo û hevalên wan, nîşana wê yekê ye ku Dewleta Îranê ji hêza gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, ji PDK Îranê û ji kesayetîya van rêberên gelê Kurdistanê ditirse.

Dr. Sadiq Şerefkendî, Dr. Qasimlo û hevalên xwe, şehîdên hemû Kurd û Kurdistanê ne, şehîdên me ne.

Em Dewleta Îranê careke din jî ji ber van qetlîamên ku kirine rûreş dikin.

Di 30emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û hemû şehîdên azadî û rizgarîya Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
Şehîd nemir in
17.09.2022

Meclîsa Piştgirên PAKê yên Ewropayê

Bixwîne: PAK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn