Navenda Nûçeyan- Bi amade kirina Navenda Hevkarîya Partîyên Kurdistanî Îran bi minasebeta 74emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê, roja 22.01.2020an li Hewlêrê civîneke berfireh hate li dar xistin.
Serok û berpirsên partîyên Rojhilatê Kurdistanê, berpirsên partîyên ji parçeyên din ên Kurdistanê, Fermandarê Hêzên Zêrevanî yê Başûrê Kurdistanê Azîz Weysî beşdarî bibîranî bûn.
Li ser navê PAKê jî Endamê Komîteya Komîteya Navendî ya PAKê Orhan Kaya, Rêvebirîn Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Evdirehman Gundikî û Temo Ayas beşdarî civîna bibîranîna 74emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) bûn.