PAK: Mahmut Alinak jiber ku wekhevîya Kurdî û Tirkî diparêze bi cezaya hefsê ya muebedê tê darizandin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji ber doza sîyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak daxuyanîyek belav kir.

 

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji ber doza sîyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak daxuyanîyek belav kir.

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Sîyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak jiber hinek nivîsên xwe  û jiber beyan kirina fikrên xwe tê darizandin. Mehkemeyê bi daxwaza  cezaya hefsê ya muebedê(cezaya heta hetayê) doz di derbarê Mahmut Alinak de vekirîye. Mehkeme dê îro(13.05.2020) li dar bikeve.

Jiber nivîs û daxuyanîyên Mahmut Alinak, Serdozgerê Mehkemeyê wî bi ‘’Têkdana yekitîya dewletê, perçe kirina axa Dewleta Tirkîyeyê, lawaz kirina serbixweyîya dewletê’’ sûcdar dike. Herweha Serdozgerê Mehkemeyê dibêje, ‘’Mahmut Alinak,dixwaze beşek an temama axa Dewleta Tirkîyeyê bixe bin desthilatdarîya dewleteke biyanî’’.

Mahmut Alinak, daxwazanameyek ji Netewên Yekbûyî re nivîsîbû û gotibû ‘’Bila Kurdî û zimanên din yên mezlûm jî li gel  zimanê Tirkî bêne asteke wekhev’’. Jiber vê daxwaznameyê  Serdozgerê Mehkemeyê Mahmut Alinak bi ‘’endamtîya rêxistina terorê’’ sûcdar dike.

Mahmut Alinak, jibo ku balê bikişîne ser wan kesên feqîr û hejar yên ku ji ser zibilî, ji ser sergoyan kaxez û tiştên din berhev dikin, çû li gel wan, alîkarîya wan kir. Jiber vê hewl û çalakîyê,  Serdozgerê Mehkemeyê   Mahmut Alinak bi ‘’endamtîya rêxistina terorê’’ sûcdar dike.

Mahmut Alinak, di nivîsareke xwe de behsa ‘’Kurdistanê’’ dike. Jiber ku  Mahmut Alinak behsa Kurdistanê kirîye, Serdozgerê Mehkemeyê   wî bi ‘’endamtîya rêxistina terorê’’ sûcdar dike.

Mahmut Alinak li dijî tayîn kirina qeyûman ya li ser şaredarîyan derketiye û gotîye ‘’Tayîn kirina qeyûman nîşana sîyaseta faşîzan a dewletê ye’’. Jiber van gotinên  Mahmut Alinak, Serdozgerê Mehkemeyê   dibêje  ‘’ Mahmut Alinak heqaret li Serokkomar kirîye û Dezgehên Dewletê biçûk xistîye’’.

Belê,  Mahmut Alinak, jiber nivîsên xwe, jiber îfade kirina bîr û rayên xwe, jiber xebata xwe ya sîyasî ya aştîyane,  bi ‘endamtîya rêxistina terorê’’ tê sûcdar kirin. Û jiber vê jî Serdozgerê Mehkemeyê cezaya hefsê ya muebedê jê re dixwaze.

Ev doza ku di derheqê  Mahmut Alinak de hatîye vekirin, binpê kirina azadîya ramanî ye, binpê kirina mafê xebata sîyasî ya aştîyane ye. Ev doza ku di derheqê  Mahmut Alinak de hatîye vekirin,binpê kirina  Peymanên Navnetewî yên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirine ye û  li dijî mafê mirovan e.

Jiber ku Mahmut Alinak gotîye ‘’Bila Kurdî û zimanên din yên mezlûm jî li gel  zimanê Tirkî bêne asteke wekhev’’, Serdozgerê Mehkemeyê daxwaza cezaya hefsê ya muebedê ji Mahmut Alinak re dixwaze. Darizandina daxwazeke ewqas însanî û meşrû,  di eslê xwe de sûcekî  li dijî mirovahîyê ye.

Ev doza ku di derheqê Mahmut Alinak de hatîye vekirin divê betal bibe û Mahmut Alinak divê demildest ji hefsê bê berdan.

Bi vê minasebetê em careke din bang dikin, hemû girtîyên ku jiber nivîsên xwe, jiber beyan kirina fikrên xwe û jiber xebatên xwe yên sîyasî di hevsê de ne, divê bêne berdan û hemû dozên bi vî rengî bêne betal kirin.

13.05.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!