Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK)bi sedema hatina meha Remezanê, peyamekî belav kir û Remezana misilmanên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir.
Peyama PAKê wiha ye:
Meha Remazanê li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz be...
Bi hêvîya ku Meha Remazanê li hemû cîhanê bibe wesîleya aşitî, aramî, edalet û jiyaneke mirovane û bibe destpêka ku gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê mafên xwe yên neteweyî , niştimanî bidest bixe, bibe destpêka ku gelê me li ser axa Kurdistanê bikaribe mafê xwe îdare kirinê bidest bixe; em Meha Remazanê ya hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.
02.04.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê