Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekî hatina meha Remezanê li misilmanên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir.
Daxuyaniya PAKê waha ye:
Bi hêvîya ku Meha Remazanê li hemû cîhanê bibe wesîleya aşitî, aramî, edalet û jiyaneke mirovane û bibe destpêka ku gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê jî yekrêz û tifaqên xwe pêk bîne û mafên xwe yên neteweyî , niştimanî bidest bixe, bibe destpêka ku gelê me li ser axa Kurdistanê bikaribe mafê xwe îdare kirinê bidest bixe; em Meha Remazanê ya hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.
23.03.2023
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê