PAK Mehmet Sincar û Metin Özdemir Bibîranî
PAKê di 23. salvegera şehîdbûna parlamenterê DEPê Mehmet Sincar û rêveberê DEPê Metin Özdemir de wan li Batmanê li cihê ku şêhîd bûn de bibîranî.
Rêxistina PAKê ya Batmanê li cihê ku Mehmet Sincar û Metin Özdemir şehit ketin de deqeyek rêz girtin û qerenfîl danîn.
Dûre girse çû ser mezerê şehîd Metin Özdemir.
Serokê Şaxa Batmanê yê PAKê û birayê Metin Özdemir,Aziz Özdemir wiha axivî
''Mehmet Sincar û Metin Özdemir şehîdên Kurdistanê ne. Ew sozdarê azadiya kurdistanê bûn. Ewê wek hemû şehîdên Kurdistanê di doza me de û di dilê me de tim bijîn.''
Piştî xwendina duayan bîranîn bidawî bû.