PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER: Referandûma Serxwebûnê û encamên wê meşrû ne û em îro jî piştgirîyê lê dikin

.

PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGERê bi minasebeta 4emîn salvegera Referandûma Serxwebûnê roja 25.09.2021ê li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê civîneke çapemenîyê li dar xistin.

Di destpêka civîna çapemenîyê de, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek , bixêrhatina nûnerên ragehandinê û beşdaran kir û bal kişand ser girîngîya referandûma serxwebûnê.

Paşê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser navê PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGERê ev daxuyanîya hevbeş xwend:

Referandûma Serxwebûnê û encamên wê meşrû ne û em îro jî piştgirîyê lê dikin

Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma

Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê ya meşrû, li ser biryara Parlamentoya Kurdistanê , bi awayekî demokratîk li dar ket.

Beşdarîya referandûmê ji %72, rêjeya dengên ‘Erê ji bo serxwebûnê’ jî ji %92.73 bû.

Weke tê zanîn Emerîka, Rûsya, Ewrûpa û gelek dewletên cîhanê ji Parlamentoya Kurdistanê daxwaz kiribûn ku referandûm bê tecîl kirin.Lê mixabin alternatifeke berbiçav jî radestî Kurdan nekirin.

Dewletên wek Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê jî, ne bes li dijî referandûmê derketin; herweha di pêvajoya referandûmê de û piştî referandûmê ji bo ku rê li ber encamên referandûmê bê girtin jî, çi ji destên wan hat kirin û bi hevdu re planeke hevbeş ya têkbirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê meşandin.

Li gel neteweya Kurd hemû gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derekî û navxweyî , bi cesaret, bi biryardêrî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê. Neteweya Kurd û hemû gelê Başûrê Kurdistanê, bi pêkhateyên xwe ve, rûmeta xwe parastin û daxwazên xwe ji dinyayê re eşkere kirin. Vê helwesta gelên Başûrê Kurdistanê bi rêyên demokratîk îlankirina îradeya meşrû û rewa ya neteweya Kurd bû .

Di 4emîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em him referandûmê û him jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeya gel Başûrê Kurdistanê dikin.Serxwebûn mafekî meşrû yê gelê Kurdistanê ye.

Wan hêz û aliyên ku bi plan, bi hewldan û bi tehdîtên xwe nikarîbûn rê li ber referandûmê bigirin, bi alîkariya beşek ji Kurdan û bi destê hêzên dewleta Iraqê û Heşdî Şahbî , di roja 16yê cotmeha 2017an de, careke din Kerkûk û nevçeyên ku mijara madeya 140î ne hatin dagirkirin. Dagirkirina Kerkûkê û êrîşa 16yê cotmehê, binpêkirin û tune hesibandina îradeya meşrû, ya demokratîk û neteweyî ya gelên Başûrê Kurdistanê bû.Em careke din jî dagîrkirana Kerkûkê û dagîrkirina ji %45î zêdetirê xaka Başûrê Kurdistanê rûreş dikin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku, li îradeya neteweya Kurd û pêkhateyên Kurdistanê û encamên referandûma 25e Îlona 2017an xwedî derkevin û ji bo bicîkirina encamên referandûmê têbikoşin. Bi tifaq û yekgirtineke neteweyî û xurt li hemû destkeftîyên heyî, yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin. Hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin, dezgehên nûyên hevbeş ava bikin.

Lêxwedîderketina îrade û encama Referandûma Serxwebûnê ya ku di 25ê Îlon a 2017ê de li dar ket, divê em weke erk û watinîyên neteweyî, niştimanî qebûl bikin.

25.09.2021

- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

- Partîya Demokrat a Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur)

- Pêlkurd

- Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir