Partiyên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê yên, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) bi daxuyaniyeke hevbeş ve êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kirin.
Daxuyaniya Partiyên Kurdistanî waha ye:
Şeva 13.03.2022yê li dora seet yekê, hêzên terorîst ji derveyî sinorê Herêma Kurdistanê bi mûşekan êrîş birin ser xaka Herêma Kurdistanê . Li gorî agahdarîyên gelek çavkanîyan , van mûşekan ji nav sinorê Dewleta Îranê ve hatine avêtin. Cûreyên van mûşekanjî nîşan dide ku dewletek li pişta van terorîstan e.
Vê carê firokexaneyê Hewlêrê û Konsolxaneya Amerîkayê û hinek bînkeyên serbazî yên Herêma Kurdistanê bûne armanca êrîşên mûşekî.
Cîhê dilxweşîyê ye ku di encama van êrîşan de zerareke canî negihîştîye gelê me yê Hewlêrê, lê gelek xanî û cîh û warên sivîlan û herweha avahîya Telewîzyona Kurdistan24ê zerareke mezin dîtine.
Van êrîşên terorîstan ne tenê binpê kirina serweriya Dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, her ûsa hişyarî ye bo Herêma Kurdistanê jî.
Terorîstên ku ev êrîşa kirine û yên li pişta wanin, bi van êrîşên hanê ve carekedinê nişan dane, ku li dijî pêşve çûna Hêrema Kurdistanê ne û her gef in li ser deskevtiyên vê beşa welatê me.
Em bi tundî van êrîşan mehkûm dikin û ji karbidestên Baxdayê daxwaz dikin, da ku li hember vê êrîşa hanê halwest bigirin.
Em ji Neteweyên Yekbûyî (UN) û dewletên Rojava û bi taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka(ÛSA) daxwaz dikin, ku ji bo parastina xwe pirtir alikariya Herêma Kurdistanê bikin.
Em ji sazî û dezgehên mîrovî yên navnetewî dixwazin, ku dengê xwe li dijî van êrîşên terorîstan bilind bikin.
Daxwazên me ji hemû hêzên welatparêz û dezgehên fermî û yên sivîl yên Başûrê Kurdistanê ev e ku bona parastin û pêşdebirina deskevtiyên netewî yên li Herêma Kurdistanê destê xwe bidine hevdu û bona pêşî lê girtina êrişên bi vî rengî yekitiya xwe xurttir bikin.
Em dibêjin hemû Kurd û Kurdistanîyên li her çar perçeyên Kurdistanê û yên li her alîyê cîhanê jî divê destkeftîyên Herêma Kurdistanê biparêzin, lê xwedî derkevin.
13yê Adara 2022yê
- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)
- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)