PAK, PSK, TDK-TEVGER li Amedê piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin

.

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) ji bo ji alîyê Dewleta Îranê ve kuştina keça Kurd Jîna Emînî û kuştina ji 30î zêdetir xwepêşanderan protosto bikin û piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin dê roja şemîyê, 24.09.2022yê li Amedê bi awayekî girseyî daxuyanîyeke çapemenîyê bidin. Em bangî hemû gelê xwe dikin da ku em bi dengekî xurt piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Civîna çapemenîyê di saet.11.00ê da, li Parka Koşûyolû ya Amedê, li ber Peykerê Mafê Mirovan dê bê li dar xistin.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn