PAK, PSK û TDK-Tevger li Qada Şêx Seîd Newroz pîroz kirin

.

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Sosyalist a Kurdistan PSK û Tevgera Demokratên Kurd TDK-Tevger li Kada Şêx Seîd a Diyarbekirê, ji bo pîrozbahiya Newrozê civîyan.

 Li seranserê Kurdistanê û diasporayê Kurd û Kurdistanî  pîrozbahiyên Newrozê dikin. Li Diyarbekirê jî Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Sosyalist a Kurdistan PSK û Tevgera Demokratên Kurd TDK-Tevger li Kada Şêx Seîd a Diyarbekirê, ji bo pîrozbahiya Newrozê civîyan û bi vekirina Ala Kurdistanê dest bi daxuayniya pîrozbahiya Newrozê kirin.

Dema ku daxuyanî berdewam dikir, hêzên ewlehiya Tirk xwestin dest deynin li ser Ala Kurdistanê, lê piştî ku çalakvanan Ala Kurdistanê nedan jî demkî rakêşî çêbû.

Berdevekê PAKê Hanîfî Turan bertek nîşanî helwesta hêzên ewlehiyê yên Tirk da û da bibîr danîn ku Serokomarê Tirkiyê bi vê Alayê pêşwaziya Rêvebirên Herema Kurdistanê kiriye û helwesta ku hat nişandan jî wek bê tehemuliya li hember nasname û nirxên Kurdan pênase kir.

Partî û rêxistinên Kurd bal kişandin ku ji ber îsa l ili abjêrên bakûr, qarasata erdhêjê û lehiyê buye sedema bi deh hezaran cangoriyan, bi dile şînî pêzwaziya pîrozbahiyên Newrozê dikin. Bang û daxawaz hat kirin ku piştgriyên ji bo biberketiyên li deverên erdhêjê berdewam bike.

K24

Kurdistan Haberleri

Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da