PAK, PSK û TDK-TEVGERê di Newrozê da li Semsûrê alîkarîyên xêrxwazan gîhandin mexdûrên erdhejê

.

Heyeteke hevbeş a PSK, PAK û TDK-TEVGERê, bi minasebeta Cejna Newrozê li gundê Ferxika yê li ser bajarê Semsûrê (Adiyaman), alîkarîyên xêrxwazan gîhandin 225 mexdûrên erdhejê .

Alîkarîyên ku gihîştin mexdûran ji pêwîstîyên jinan û zarokan pêk hatibûn.

Heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK, PAKê, gava ku alîkarî gîhandin mexdûran yek bi yek Newroza wan jî pîroz kirin.

Helbestvan û rewşenbîrê Kurd Remzî Çakin û mixtarên gundê Ferxika jî, di amade kirina vê organîzasyona gîhandina alîkarîyan da cîh girtin.

21.03.2023

Kurdistan Haberleri

QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da
Serok Barzanî: Bêdewletbûna Kurdan sedema rûbirûbûna bi jenosîd û tunekirinê re ye
Serok Barzanî şehîdên Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr anî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan