PAK Şaxa Batmanê di salvegera 98emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn 

.

Rêvebirîya Batmanê ya PAKê 29.06.2023 an de li Batmanê saet 15.00an de li Şaxa Batmanê ya PAKê Şêx Seîd û hevalên wan bibîranîn.

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şêx Seîd û hevalên wan rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.

Pİştî rêzgirtinê Aziz Özdemir got: Tevî Şêx Seîd û 46 hevalên wî 424 kes ji alî “İstiklal Mahkemeleri” ve hat darvekirin û bi hezaran kes bê dadgeh bê suc û cîhne cuda cuda de bi heman sebebê bi plankirî ji ali eskeran ve hatin kuştin.Dewleta Tirk îro jî wekî 98 sal berê pirsa Kurd wekî pirsa “rêgir,çete û teror” nîşan dide ,Kurdistan kirîye serbazgeh û millitarîzmê roj bi roj xurttir dike.û dijî azadîya gel li her çar parçê Kurdistanê erîşa dibe ,gefan li wan dike.”Di salvegera 98êmin de soz didin ku emê rê û rêbaza wan bernedin ,heta bi destxistina wan armancên netewî,emê kar û xebata xwe bidomînin.”

Paşî daxuyanîya PAKê ji alî serokê PAK şaxa Batmanê Aziz Özdemir ve hat xwendin.Di daxuyanîyê de"Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd,Seyîd Riza,Xalid Begê Cibrî,Usiv Zîya Beg,Dr Fuad ,Şêx Eyub,Seyîd Abdulkadîr,Hecî Axtî û hevalên wan ,cihê Seîdê Kurdî aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 98emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin û Xalid Begê Cibrî,Usiv Zîya Beg,Dr Fuad ,Şêx Eyub,Seyîd Abdulkadîr,Hecî Axtî û bi deh hezaran kurdên ku di dema serhildanê û di salên piştî sehildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

Piştî daxuyanîyê belgefilmek li ser serhildana Şêx Seîd hate temaşekirin. Strana Ozan Maruf bi navê "Mîrê Min" hat guhdarkirin. Mele İmadeddîn Yetîz Helbestek ku wî nivîsî bu "Li Ser Hereketa Azadî û qehremanên Kurdistanê” hate temaşe kirin û Mele İmadeddin bi rêzdarî hate bibîranîn.

Şêxmus Hemo helbestek li ser Serhildana Şêx Seîd xwend û bi xwendina helbestê bername bi dawî bu.

29.06.2023

PAK Şaxa Batmanê.

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin