PAK Şaxa Batmanê li ser Komara Kurdistanê li Mehabadê panelek li darxist

74 emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê ji alîye Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) hat pîroz kirin û panelek panelek hat li dar xistin.

Navenda Nûçeyan- 74 emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê ji alîye Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) hat pîroz kirin û panelek panelek hat li dar xistin.

Îro, 26.01.2020î de, li PAKê Şaxa Batmanê panelek, li ser Komara Kurdistanê li Mehabad, hate li darxistin.

Moderatorê panelê Hanifî Turan bi kurtasî behsa Komara Kurdistanê li Mahabadê kir. Dîroknas û lêkolîner Kerem Serhedî wek axaftvan beşdarî panelê bûn. Panel bi Marşa Ey Raqib û rawestandina ji bo, Şehîdên Kurdistanê, dest pêkir, û bi beşdarbûyîna gellek sîyasetmedar, hemwalatî û endamên PAKê dewam kir. Panel bi pirs û bersîvan hate bi dawî kirin.

Di dawîya panelê de li ser Komara Kurdistanê li Mehabad û Qazî Mihemed Helbestkar Seydayê Gurdîlî helbestek xwend

PAK, şaxa Batmanê sipasîya xwe pêşkêş beşdarvanan kir.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e