PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) di salvegera şehîdbûna girtiyên Girtîgeha Amedê Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskin, Cemal Arat, Yilma Demir û Remzi Akyurek daxuyaniyeke da.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê; di daxuyanîyê de diyar kir ku di sala 1984an meha Çileya Paşîn de li Hepisxaneya Amedê, welatperwerên kurd li himberî zulmê berxwedanek destpêkirin û di vê berxwedanê de gelek welatperwer şehîd ketin.
“Ew şehîdên Çileya Paşîn a sala 1984an, Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskin, Cemal Arat, Yilmaz Demir û Remzi Akyurek û hemû welatperwerên ku di zîndanan de û di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd ketine bi gramî bi bîr tînin."