Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê [PAK)bi daxûyanîyekê sersaxî ji malbat û hezkirîyên Şêx Eldulkerimê Norşînê xwest
Daxûyanîya PAKê wiha ye:
"Em sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên rehmetî Şêx Eldulkerimê Norşînê re dixwazin
Seyda, ûlema, bîrewerekî qedirbilind ê Kurd Şêx Elbulkerimê Norşînê (Şêx Elbulkerim Çevîk) di encama êrîşeke çekdarî de hatîye kuştin.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.
Em sersaxî, sebir û metanetê ji hemû malbat û hezkirîyên rehmetî re dixwazin."
20.01.2020
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê