Li gorî zanyariyên malpera Kurdistanmediayê ya nêzikî PDK-Îyê roja yekşemê ya 18ê Adara 2018an Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena bi şandeke wê partiyê re çû serdana Partiya Demokratîk ya Kurdistanê — Îran (PDK-Î) û ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî ve hat pêşwazîkirin.
Di civîna herdu aliyan de Yezdanpena ji bo mebesta serdana xwe got, me ji bo nûkirina peywendiyên siyasî û pîrozkirina encamdana kongreya 16em ya PDK-Îyê ev serdan kir û em ê behsa xurtkirina peywendî û hevkariya xwe ya li dijî rejîma Îranê bikin.
Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hîcrî jî di axaftina xwe ya civînê de behsa rewşa xerab ya aboriya Îranê, zêdebûna bêkariyê ya li Îranê û astengkirina mafê siyasî û neteweyî yê gelê kurd û gelen din yên Îranê kir.
Hîcrî herwisa got, "Îran midaxeleyê karûbarên navxweyî yên welatên herêmê dike û piştevaniyê dide terorîzmê."